Ev serpêhatiya hevkariya bi lîstikvanê sînemayê, nivîskar, derhêner û fîlmçêker Yilmaz Güney re ye. Salên 1980yî di encama vê hevkariyê de wî du fîlm bi Cactus Filma Zurîhê re afirandin. Ev vegotina bi wêne behsa hoyên jiyan û xebatên Yilmaz Güney yî wan salan dike. Ev pirtûk dihêle em awirekê bavêjin paş kulîsên macareya vê pêrgîbûnê û hoyên jiyan û xebata
hunermendekî li sirgunê.
Edi Hubschmid
Edi Hubschmid ji me re vedibêje, bê Yilmaz Güney çawa piştî dirêjahiya
salan xwe ji girtîgeha ku bi sedemên siyasî hatibû cezakirin rizgar dike û bi alîkariya hin kesên çalak fîlmê YOL (RÊ) li Fransayê çêdike û di Gulana 1982 an de li Cannesê xelata Pameya Zêrîn werdigre. Ev çiroka hevaltiya du zilamên ji çandên cûda ye jî ku xwedî heman armancan bûn.
"Goldene Palme" Cannes Exil Filmpreis Türkei