“Marîn keçeke ciwan e û li Ingilistanê mezin bûye.
Dema ew 13 salî bûye, dayîk û babê wê jê re li bankeyê sandoqekê kirê dikin
û emanetekî tê de vedişêrin.
“Marîn keçeke ciwan e û li Ingilistanê mezin bûye.
Dema ew 13 salî bûye, dayîk û babê wê jê re li bankeyê sandoqekê kirê dikin
û emanetekî tê de vedişêrin. Heta nebe 18 salî,
banke deriyê sandoqê jê re venake.
Dema Marîn dibe 18 salî diçe emanetxaneya bankê,
emaneta dayîk û babê xwe digire.
Di sandoqê de tûrikek û di tûrik de jî qotiyek heye.
Li ser qotiyê hinek sembolên balkêş hene.
Di nava sembolan de hejmara 13 li ber çavan dikeve.
Di destpêkê de bala wê nakişîne lê bi demê re li ser difikire.
Dixwaze bizane weteya wan sembolan çi ye
û ji bo çi jê re hêlane? Lê êdî dayîk û babê wê çûne û nikare ji wan bipirse.
Marîn rojekê li dibistanê bi rêya hîpnozê diçe dema berê
û tiştek dîrokî dibîne, serê wê tevîhev dibe.
Ew ji xwe re dibêje “madem mirov dikare bi hîpnozê,
dîrokê bibîne, wê çaxê ez jî dikarim bibînim ka
ji bo çi dayîk û babê min ev tûrik dane çêkirin û danîne bankeyê.”
Biryara xwe dide ku hîpnoz bibe û rastiya tûrik hîn bibe.
Ew bi rêya hîpnozê bi dû sembolên li ser qotiyê dikeve
lê piştî demekê xwe di nava macerayeke ecêb a dîrokî de dibîne.
Tevî hemû zor û zehmetiyan ew terka lêgerînê nade
û sond dixwe ku rastiya tûrik û ya wan sembolan hîn bibe.
Lê rojekê di hîpnozê de tiştekî dibîne, jiyana wê ser û bin dibe.
Nikare ji kesî re jî bêje ku di hîpnozê de çi dîtiye...”
Ikram Balekanî
Rojnamevan û nivîskarekî ji rojhilatê Kurdistanê ye. Ji edîtoriya Azadiya Welat bigire heta gerînendetiya giştî ya kovara Pîne, di gelek beşên cuda yên medya kurdî de xebitî. Ew pêşkêşvanê radiyoyê û moderatorê televîzyonê ye.
Nivîskarê romana "13" ye ku ev yekemîn romana kurdî ye bi hemû zarvayên kurdî (kurdmancî, soranî, hewramî û dimilî) hemwext hatiye çapkirin. Li Kurdistanê ev tiştek kemîn bû. Roman behsa pirtûka pîroz a alewiyan dike û bi piranî li rojhilatê Kurdistanê diqewime.
Balekanî ji bo cara yekem hemû helbestên Omer Xeyam ji zimanê orjîna ji farsî wergerandin ser zimanê kurdî (kurdmancî).
Dîsa jiyan û helbestên 20 şairên îranî amade kir û bi navê "Bîstek Helbest" da weşanê.
Niha pirtûka Balekanî ya helbestan bi navê "Dilo" ji bo çapê tê amadekirin.
Roman Romana Kurdî Kurdistan Wêje û edebiyat ikram Balekanî Sireke Hezar salî romana 13